CîhanNûçe

Rûsye: Em ê bersiva boykotên nû yên Amerîkayê bersi

Alîkarê wezîrê karên derve yê Rûsyê, pêgîrî kir: Ev welata wê bersiva boykotên nû yên Amerîkayê bide.

Li gorî rapora IRNA`yê, Sêrgêy Riyabkov, alîkarê wezîrê karên derve yê Rûsyê, li daxuyaniyekê bal kişand ser boykotên Amerîkayê dijî Rûsyê yêb bi mihaneyên sexte û ragihand: Ti belge yan hegereka bi mantiq ji bo sepandina van boykotan nehate raberkirin û tenê tometbariyên nerewa li Rûsiyê dan.

Alîkarê wezîrê karên derve yê Rûsyê, got: Amerîka hewl dide siyaseta xwe ya dijî Rûsyê bi rêya komîteya têkildar a li Konseya Ewlehiyê ye û li ser berfirehkirina lîsteya boykotan pêkutiyê dike lê wê bi ser nekeve.

Sêrgêy Riyabkov destnîşan kir: Rûsye wê bersiva reftara bi şidet û bi dijminatî yên Amerîkayê li ser meselên dualî û navnetewî, bi aramî û kiryarên guncav bide.

Wezareta xizînedariya Amerîkayê, roja sêşemiyê dijî şeş gemiyên bi alalya Rûsyê, du kesên heqîqî û çar kompaniyên ûris boykotên nû sepandin.

Başa dön tuşu