FilistînNûçeRojhilatanavin

Serokwezîrê Rêjîma Sîyonîst, Bênyamîn Natanyahu ferman da ku hilkolandina projên avakirina 500 malên din li rojhilata Qudsê vê gavê bê sekinandinê

Serokwezîrê Rêjîma Sîyonîst, Bênyamîn Natanyahu ferman da ku hilkolandina projên avakirina 500 malên din li rojhilata Qudsê vê gavê bê sekinandinê.

Henan Robîn endamê konseya bajarê Qudsê tevî ragihandina vê nûçeyê piştrast kir ku hilkolandina plana avakirina malên hanê were paşdaxistinê.

Ev fermana serokwezîrê Rêjîma Sîyonîst li halekî ye ku biryar e Can Kêrî wezîrê karên derve yê Amerîkayê îro li bara çêkirina bajarokan jibo sîyonîstan biaxive,

Konseya Ewlehîyê ya NY înîya buhurî biryarnama sekinandina lezîgn a çêkirina bajarokan ji hêla rêjîma Israîlê va li erdên dagirbûyî yên filistînîyan bi 14 dengên Erê û dengî Bêalî yê Amerîkayê pejirand.

Li gorî vê biryarnamê, Rêjîma Sîyonîst hatîye neçarkirin ku demlidest û bi awayekî tam hemî karên avakirina bajarokan li erdên dagirbûyî yên filistînîyan ji wan li rojhilata Qudsê rawestîne.

Di vê biryarnamê da hatîye desnîşankirinê ku bajarokçêkirina Israîlê berbendek ser riya pêkanîna aştîyê li erdên dagirbûyî ye.

Donald Trump serokomarê bijartî yê Amerîkayê ev biryarnama karekî kirêt daye zanîn û gotîye ku pejirandina vê biryarnamê, mewqîya Israîlê li muzakireyan lawaz dike û gellekî nedadmendane ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu