IraqNûçeRojhilatanavin

Hejmareka endamên DAIŞê li Mûsila Iraqê hatin girtinê

Wezareta karên hundir a Iraqê qala girtina herîkêm şeş kes ji endamên Koma têrorîst a DAIŞê li Mûsila navenda parêzgeha Nêynewayê li bakurê vî welatî kir.

Li gorî rapora kanala têlêvîziyoniya Sumiriyê, Wezareta karên hundir a Iraqê ragihand ku van endamên DAIŞê xwe li hin taxên Mûsilê veşartibûn.

Wezareta karên hundir a Iraqê heftiya bihurî jî qala girtina 20 kesên ser bi koma têrorîst a DAIŞê li rojhilata Mûsilê kiribû.

Di Tîrmeha sala 2017an, heyder Ebadiyê serokwezîrê Iraqê bi awayê fermî ragihand ku Mûsil hatiye rizgarkirin.

Tevî têkçûna koma têrorîst a DAIŞê li Iraqê, hîn jî hejamreka vê koma têrorîst li navçeyên cûrbicûr ên vî welatî hene û bi awayê perate kiryarên têrorîstî pêk tînin.

Başa dön tuşu