NûçeRojhilatanavinSûriye

Kazakistan: Hevdîtinên Astanayê rojekê hat paşxistin

Midûrê Giştî yê Departmana Efrîqa û Asya yê Wezareta Derve ya Kazakistanê Aydarbek Tumatov ragihand ku hevdîtinên Astanayê ji ber tevlîbûna muxalifên çekdar rojekê hat paşxistin.

Dîplomatê kazakî Aydarbek Tumatov di axaftina xwe ya ajansa Spûtnîkê de got: “Ji bo ku biryara tevlîbûna hinek nûnerên grûbên çekdar hat dayîn hevdîtinên Astanayê rojekê hat paşxistin. Tê pêşbînîkirin ku di navbera milîtan û muxalifên çekdar de cudahî were axaftin.”

Li gorî daxuyaniya Aydarbek Tumatov ji cepheyên bakur û başûrê Sûriyeyê 7 nûnerê grûbên muxalif ên çekdar îro wê herin Astanayê.
Tumatov di berdewamiya axaftina xwe de got: “Di civînên 16ê Adarê de wê beşek aliyê leşkerî hebe û ev ji bo nîqaşkirina rêxistinên wekî DAIŞ, Fetih el Şam (El Nûsra) û muxalifên nerm dê gelekî girîng be.”

Dîplomatê kazakî di dirêjiya axaftina xwe de got: “Rûsya, Tirkiye û Îran garantora agirbesta Sûriyeyê ne û ji bo serbest berdana girtiyan li belgeyekê diaxivin. Pêşketina vê mijarê jî bi aligiran ve girêdayî ye. Hale hazir belge ji terefê dewletên garantor ve tê kontrolkirin û ev di rojeva garantoran de ye.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu