NûçeIraqRojhilatanavin

Li Kerkûkê li dijî DAIŞê operasyon hat destpêkirin

Hat ragihandin ku di operasyona hêzên Iraqî li başûrê bajarê Kerkûkê li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê de 6 terorîst hatin berterefkirin.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Tora Medyayî ya Ewlekariyê ya Hikûmeta Iraqê, li dijî çeteyên DAIŞ’ê yên ku li çiyayên Hemrînê yên li rojavayê Kerkûkê dest pê kir, operasyonek berfireh hat lidarxistin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin di operasyona ku hêzên hewayî piştgirîya wan dike de 6 terorîstên ku jê re efserê îdarî yê bajarê Selahedînê tê gotin Ebû Meryem El Qehtanî jî heye hatin berterefkirin.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku di operasyonê da gelek belgeyên sexte, nasname, çek û cebilxaneyên terorîstan hatin bidestxistin.

Başa dön tuşu