NûçeÎranIraqRojhilatanavinSûriye

Di navbera Îran, Sûriye û Iraqê de herêmeke bazirganiya azad tê avakirin

Sekreterê Encumena Bilind a Herêmên Azad û Taybet ên Aborî ya Îranê Hucetullah Ebdulmelekî diyar kir ku dê di navbera Îran, Iraq û Sûriyê de herêmeke hevbeş a bazirganiya azad were avakirin.

Ebdulmelekî got: “Em bi 21 welatan re ji bo avakirina herêmeke hevpar a bazirganiya azad danûstandinan dikin û bi 5 welatan re ku Sûriye û Iraq jî di nav de ne, em gihîştine encamekê.”

Rayedarekî Îranê got: “Em li bendê ne ku bi Sûriye û Iraqê re civîneke sê alî pêk bînin. “Damezrandina herêmeke hevpar a bazirganiya azad dê sûdê bide her sê welatan û giheştina Îranê bo navça Deryaya Sipî hêsantir dike.”

Beriya niha Hucetullah Ebdulmelekî ragihandibû ku dê di navbera Îran û Tirkiyê de herêmeke hevbeş a bazirganiya azad were avakirin.

Başa dön tuşu