IraqNûçeRojhilatanavin

Hekîm: Aştiya neteweyî şertê bidawîhatina qeyranên Iraqê ye

Serokê Hevpeymaniya Neteweyiya Iraqê got ku aştiya neteweyî şertê bidawîhatina qeyranan li vî welatî ye.

Li gorî rapora Sumeria News`ê, Emar Hekîm serokê Hevpeymaniya Neteweyiya Iraqê roja şemiyê ragiahnd ku diyarbûna her rojî ya têrorîsmê bi teşeyên cûrbicûr li welêt ji ber nebûna şiyana pêwsît a dayîna biryarên wêrekane ji bo yekîtiya civakî ye û aştiya neteweyî merca bingehîn a bidawîanîna qeyranan li welêt e.

Emar Hekîm got: Mixabin siyasetvan ji ber tirsa jidestdanan cîgeha xwe ya siyasî bi awayekî ciddî di riya aştiyê da pêngavan ranakin.

Serokê Hevpeymaniya Neteweyiya Iraqê destnîşan kir: Aştiya neteweyî hewcetiya xwe bi dayîna serpişkiyan û vebijartina berjewendiyên neteweyî li ser berjewendiyên kesane heye û di vî warî da komên gelheya ciwanan ji ber nebûna tecrubeya tehl a berê an haydarnebûna li bara hûrgiliyên wê, zûtir û zêdetir ji komên din berboriyê ji bîr dikin, loma dikarin riya serêxwegirtina aştiyê xweş bikin.

Hekîm got: Di dema niha da mijara sereke û girîng a welêt bernameya siyasî ya giştalî  û dosyeya rewşa mirovî, tifaqa civakî, vegeriyana awareyan, kemilandina endamên dewletê, bidawîanîna borokrasiyê, pêkanîna derfetên kar û şolê li beşên sivîl ji riya wergirtina sermayeyan û zelaltiya li warê bijartuina kesên hêja ye.

Emar Hekîm vê dawiyê wek serokê Hevpeymaniya Neteweyiya Iraqê hatiye bijartin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu