ÎranNûçeRojhilatanavin

Helwêsta Îranê derheq çekên tevkujiyê zelal e

Alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê li karûbarên navneteweyî û huqûqî got: Komara Îslamî ya Îranê hertim helwêsteke zelal derheq çekên tevkujiyê yên wek çekên kîmyawî hebyee

Alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê li karûbarên navneteweyî û huqûqî Xulam Husên Dêhqanî duh li roja yekim a Konferansa Venêhrînê ya Konvansiyona Çekên Kîmyawî li bajarê Laheyê, kiryarên xapokîn ên hin welatan li warê çekên kîmyawî rexne kir û got: Ev kiryarana rê li ber komên terorîst ve dike daku çekên kîmyawî bi dest bêxin û li dij xelkê bikar bînin.

Alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê li karûbarên navneteweyî û huqûqî bal kişand ser vê yekê ku Îranê goriyê herî mezin a sîlahên kîmyawî yeû got: Beşdariya hejmarek ji birîndarên sîlahên kîmyawî yên îranî jî li vê konferansê beşdar in û wan ser vê yekê jî nîşangehek li dar xistine ku derd û gulên birîndarên sîlahên kîmyawî yên Îranê li van sê deh-saliyên bihûrî eyan dike.

Dêhqanî herwiha got: Amerîka ku tenê welatê cîhanê ye depo û cebilxaneyên çekên kîmyawî heye, heya niha bi mihaneyên nerast ên teknîkî ev çekên xwe îmha nekirine.

Wî herwiha got ku Amerîka bi bikaranîna boykotan berbend ser riya servîsên dermanî bo birîndarên çekên kîmyawî yên Îranê çê kirine ku eva li dij pêsparteyên Amerîkayê û li dij huqûqa navneteweyî ye.

Dêhqanî herwiha desnîşan kir: Rejîma Siyonîstî wek tenê xwediyê sîlahên navokî li Rojhilata Navîn e ku bi piştgiriya Amerîkayê, peymana NPT ya çekên Navokî îmza nekiriye û eva bûye sedem ku ev peymana cîhangîr nebe.

Başa dön tuşu