CîhanEwropaNûçeRojhilatanavin

Helwêsta NY derbarê bûyera Deryaya Omanê

Sêkrêtirê giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) êrîşa li ser du gemiyên niftê li Deryaya Omanê bi tundî şermezar kir û daxwaza ronbûna vê bûyerê kir.

Li gorî rapora IRNAyê, Antoniyo Gotrêş, Sêkrêtirê giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) roja Pêncşemniyê êrîşên dijî gemiyên ticarî li Deryaya Omanê şermezar kir û got: Rastiyên vê bûyerê divê bên ronkirin.

Sêrgêyî Riyabkov, Alîkarê Wezîrê karên derve yê Rûsiyê jî tevî daxwaza jibo encamwernegirtina bilezûbez di bûyera qewimî jibo du gemiyên niftê li Deryaya Omanê, ragihand: Divê rewşa heyî bi aramî û bêla were hilkolandin.

Sibeha roja Pêncşemiyê agir bi du gemiyên niftê yên hilgirê barê japonyayê li Deryaya Omanê ket.

Ev gemî li avên Deryaya Omanê tûşî bûyerê bûn û li opey wê hin teqîn û agirpêketin di van gemiyan de qewimîn.

Yekîneya lêgerîn û filitandina deryayî ya Rêxistina bender û deryageriya Îranê derdem piştî qewimîna vê bûyerê, bi rizgarkirina personel û xizmetkarên van du gemiyan, ewna jibo raberkirina xizmetên munasib û dermanî bo bendera caskê li başûrê Îranê veguhestin.

Başa dön tuşu