FilistînNûçeRojhilatanavin

HEMAS: Bersiva êrîşê, êrîş e

Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (HAMAS) û gordanên Qudsê baska lekşerî ya Tevgera Cîhada îslamî ya Filsitînê berbanga Pêncşemiyê bi daxûyaniyên cuda li ser mafê xwe yê berevaniyê li hemberî destdirêjiyên Rêjîma Siyonîst pêgirî kirin.

Li gorî rapora Pars Today, Gordanên Qudsê baska leşkerî ya Tevgera Cîhada îslamî ya Filsitînê tevî pêgiirya li ser vê yekê ku Berxwedan nema rê dide dijminê siyonîst ku rêzik û qanûnên şêrr biguherîne, ragihand ku Berxwedan Filistînê sozdar e ku li çarçova qanûna Êrîş li hemberî Êrîşê bersiva destdrijiyên dijminê siyonîst bide.

Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (HAMAS) jî tevî pêgiirya li ser vê yekê ku dema ragiahndina sozdariya bo xwîna şehîdan hatiye, ragihan dku Berxwedan pêgiriyê dike ku qanûnên şêrr dijî dijminê siyonîst biguherîne.

Daxûyaniyên Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (HAMAS) û Tevgera Cîhada îslamî ya Filsitînê piştî êrîşa firokeyên şêrr ên Rêjîma Siyonîst li ser Zîvala Xezeyê hatin dayînê.

Firokeyên şêrr ên Rêjîma Siyonîst di saetên dawî da çend caran Bêyt Lahiya li bakur, Xan Yûnis li başûr, Dêyr El Beleh li navendê her wiha navendeka polîsê perravê li rojavaya Zîvala Xezeyê dane ber bombeyan.

Li van êrîşan heta niha sê filsitînî ji wan jineka ducanî û keçika wê ya biçûk şehîd bûne û zêde ji 12 filsitînî jî birîndar bûne.

Hêzên Berxwedana Filsitînê jî wek berteka li hem,berî van êrîşan heta niha zêde ji 100 mûşek kewkî ser bajarokên siyonîstnişîn kirine.

Çavkaniyên xwecihê ragiahndin ku ji çend saetan beriya niha va dengê ajîrên hişyariya êrîşa mûşekî li bajarokên siyonîstnişîn ên derdora Zîvala Xezeyê qut nbeûye û siyonîstan ji tiorsan xwe li sitargehan sitirandine.

Rêjîma Siyonîst ji Kanûna bihurî va dora nû ay êrîşên xwe yên hewayî li ser Zîvala Xezeyê dest pê kirine. Li van êrîşan heta niha bi hezaran filsitînî şehîd û birîndar bûne.

Zîvala Xezeyê ji sala 2006an va di bin dorpêça heweayî, zemînî û deryayî ya Rêjîma Siyonîst da ye û rûniştiyên vê navçeyê tûşî gellek pirsgirêkan bûne.

Başa dön tuşu