FilistînNûçeRojhilatanavin

HEMAS: Mehmûd Ebas lê digere projeya amerîkî ya “Danûstandina Sedsalê” cih bîne

Berdevkê Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (HEMAS) “Danûstandina Sedsalê” şeva borî got: Hedefa serokê Teşkîlata Xweser a Filistînê Mehmûd Ebas ji pêkanîna hikûmeta nû cihanîna projeya amerîkî ya “Danûstandina Sedsalê” ye.

 “Danûstandina Sedsalê” projeyeke nû ji aliyê Amerîkayê ye ku hedefa wê jinavbirina mafên filistîniyan e û tê gotin ku ev proja bi hevkariya hin welatên ereb amade bûye.

Li gor nûçeya IRNA, Ebdulletîf el-Qanûe herwiha got: Mehmûd Ebas li yekitiyê nafikire û fikra wê çêkirina duberikî û cidatî ye.

Berdevkê HEMASê desnîşan kir eva ku komên filistînî beşdariya li hikûmeta pêşerojê boykot kirin nîşan dide ku Teşkîlata Xweser ketiye tecrîdê û xelkê Filistînê û komên filistînî li ber dîktatoriyê yekdeng in.

Mehmûd Ebas dawiya Kanûna par parlemana filistînê îbtal kir ji bo lidarxistina hilbijartina berî demê û pêkanîna hikûmeta nû.

Di vê çarçovê de Mehmûd Ebas îstîfaya serokwezîrê Teşkîlata Xweser Ramî Hemdullah pejirand.

Başa dön tuşu