ÎranNûçeRojhilatanavin

Hemaseya 9ê Dêyê Roja Kûrbînî û Peymangirêdana Umetê tev Welayetê pîroz be

Îro Şemî, 9ê meha Dêyê di salnameya Rojê da û 30ê Kanûnê salvegera amadebûna Aşûrayî ya gelê Hemaseçêker û Welayetmedar ê Îranê di meha girseyî ya 9ê meha Dêyê ya sala 1388an a Koça Rojî ye ku wek xaleka girîng a werçerxanê di dîroka Înqilabê û rûpeleka zêrrîn a din di lênûska şanaziyên gelê Îrana Îslamî tê zanîn.

9ê Dêyê di dîroka Înqilaba Îslamî da wek Roja Besîret anku Kûrbîniyê bûye Yewmullah (Roja Xwedê) û mayînde bû. D vê roja mayînde û dîrokî da gelê Hemîşe li Meydanê yê Îrana Îslamî, hemaseyeka din afirand û dijminên Xwedê û dînê wî bêhêvî kir û dilê Îmamê Zeman (Ec) û nûnerê wî yê biheq, Hezretê aywetullah Xamineyî (Damet Berekatuh) şa kir.

Em dikarin bêjin ku roja 9ê Dêyê, roja serketina hêzên Xwedê li hemberî hêzên Şeytên e. Roja qêrîna gelê Îranê û aşkirakirina Hêrsa Pîroz li hemberî bêrêzî û hurmetşkandina hin kesên xafil û kirêgirtiyên ser bi biyaniyan derheqê pîrozweriyan di roja Aşûraya Îmam Hisên (S) e.

Di roja 9ê meha Dêyê ya sala 1388an a Koça Rojî, rewatiya siyasî ya Komara Îslamî ya Îranê careka din bi amadebûna xwebexş a bi dehan miliyon kesî li Têhranê û bajarên din ên Îrana Îslamî ji cîhanê ra hat ragihandin.

9ê Dêyê ya sala 1388an (30ê Kanûna sala 2009an) meşa girseyî ya miliyonî ya gelê Îranê jibo ragihandina bêzariyê ji binpêkerên nirxên civakê û bersiveka vebirr bo ksên komploger bû ku bi mehneya sextekariya li dehemîn dora hilbijartina serokomartiya Îranê, riya şaş girtibûn ber xwe.

Başa dön tuşu