Mafên MirovanNûçeRojhilatanavinSûriye

Keşifkirina cenazên 21 welatîyên sûrî li Helebê ku têrorîstan îdam kirine

Serokê Navenda Pizişkîya Dadê ya bajarê Helebê ragihand: Cenazên 21 welatîyên sûrî ku 5 ji wan zarok û 4 jî jin in, duh radestî Pizişkîya Edlê ya Helebê hatin kirin.

Zahir Heco got: Ew meytana li taxên Sekrî û Kilasê yên Helebê hatine peydakirinê û kifş e ku bi gullê û ji nêzîk va hatine kuştinê.

Serokê Pizişkîya Dadê ya bajarê Helebê herwiha got: Têrorîstan kesên hanê berî derketina ji taxên rojhilata Helebê kuştine.

Komên têrorîst li rojhilata Helebê heta berî derketina ji vê deverê, bi sedan kes ji gelê vê deverê kuştin û bi hezaran sivîl jî wekî mertlên insanî bikar anîn û nehêlan ew derkevin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu