
Serokkomarê Koreya başûrî û rêberê Koreya bakurî li bara jiçekkirina navokî ya tam a nîvgirava Koreyê li hev kirin.
Li gorî rapora IRNAyê, Mûn Caê În, serokkomarê Koreya başûrî û Kîm Cong Ûn, rêberê Koreya bakurî li civîna roja îniyê ya xwe li gundê sînorî ya Panmoncomê, hevhatina jiçekkirina navokî li nîvgirava Koreyê îmze kirin.
Li hevhatina rayedarên Du Koreyan, her wiha ser guhertina hevhatina terikandina şêr wek peymana aşitiyê û kutakirina her cure kiryara bi dijminatî li dijî hev teqez kirin.
Li daxûyaniya ku li dawiya vê civîna dîrokî hat weşandin, rayedarên du koreyan raghandin ku heya dawiya sala 2018` an dê dawiya şerê Koreyê raghînin û aşitiya dayim û mayînde damezrînin.
Ji dema kutabûna şerê du koreyan li sala 1953an her du alî di rewşa terikandina şêr de ne û hîn peymana aşitiyê anvbera her du welatan nehatiye wajokirin.
Mûn Caê În û Kîm Cong Ûn li vê daxûyaniya hevpar soz dan ku dawiya tebaxa îsal rewşê ji bo seredana malbatên ku endamên wan li her du koreyan jiyan dikin, xweş bikin.
Piştî cidbûna du Koreyan bi hezaran malbat ku endamên wan li du aliyên sînor de jiyan dikin ji hev cida bûne û îmkana hevdîtinê tine ne.