ÎranNûçeRojhilatanavin

“Her tim dema gelê Îranê serketineke mezin bi dest dixe, yên neyar lê digerin ku derbeyekê li vî welatî xîninin

Hesen Rûhanî, roja îniyê li kêleka mersima oxirkirina meytê şehîdên êrişên terorîstî yên Têhranê li gotûbêja bi IRIB News`ê, bal kişand ser beşdariya berfireh a gelê Îranê li dazdehemîn dewra hilbijartinên  serokkomariya Îranê û got: “Her tim dema gelê Îranê serketineke mezin bi dest dixe, yên neyar lê digerin ku derbeyekê li vî welatî xîninin“.

Rûhanî her wiha got: “Operasyona terorîstî ya roja çarşemiyê li Têhranê jixwe tolhildana ji demokrasiyê ye ji ber ku demokrasî bingeha fikrî ya terorîstan ji nav dibe û nîşan dide ku tundûtûjî rêçare nîne“.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê tekez kir: “Gelê Îranê dê riya xwe jibo bidestxistina armanc, yekperçetî û yekitiya neteweyî bidomîne û bêguman gelê Îranê dê gelek serketî be“.

Li encama êrişên  siba çarşemiyê ya kesên ser bi koma terorîst a DAIŞ`ê ser meclisa şêwra Îslamî ya Îranê û herema  paqij a Îmam Xumeynî (RE) li Têhranê, 17 kes şehîd û 52 kes jî birîndar bûn.

Mersima oxirkirina şehîdên êrîşa terorîstî ya Têhranê bi beşdariya  rayedarên pilebilind ên Îranê û malbatên  şehîdên  van êrişan, vê sibê li hola Aftabê ya meclisa şêwra Îslamî hat lidarxistin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu