CîhanNûçeRojhilatanavinSûriye

Sûriyê li NY dijî Amerîka û Rejîma Siyonîst doz vekir

Wezareta karên derve ya Sûriyê roja îniyê li nameyên cida ji hev bo sekreterê giştî yê Rêxistina Netewên Yekgirtî (NY) û serokê Konseya Ewlehiyê ya vê saziyê, binpêkirina kakimiyeta netewî ya vî welatî ji aliyê Rejîma Siyonîst û Amerîkayê ve şermezar kir.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a FARS`ê, wezareta karên derve ya Sûriyê li van nameyan pêgîrî kir, êrişên hevalbendiya amerîkî ser rojhilata Sûriyê û bi taybet ser parêzgeha Dêrezorê, cinayet in û nîşan didin ku Waşîngton bi awayekî aşkera nirxên mirovî berçav nagire û qanûnên navnetewî binpê dike.

Wezareta karên derve ya Sûriyê êrişên bidûhev ên hevalbendiya amerîkî ser sivîlên sûrî, di çarçoveya armancên êrişên mûşekî yên roja pêncşemiyê yên Rejîma Siyonîst ser başûrê Sûriyê de dan zanîn û destnîşan kir: Amerîkî û siyonîst li dû demdirêjbûna qeyrana Sûriyê ne.

Balafirên cengê yên Îsraîlê pêncşemiyê bi şev hin navçeyên li başûrê Sûriyê an ber bombeyan.

Balafirên cengê yên amerîkî jî di van mehên dawiyê de bi caran navçeyên curbicur ên Sûriyê bi taybet rojhilata vî welatî dane ber bombeyan.

Başa dön tuşu