CîhanEwropaIraqNûçe

Herêmek li Brezîlyayê jî ber bi referandûma cudabûnê ve diçe

Serokekî Tevgera “Başûrê Azad” ya Brezîlyayê Celso Diocher ragihand ku sê parêzgehên başûr plan dikin ku 7ê vê mehê bicivin daku ihtimala birêveberina referanûma cudabûnê bo sala 2018an binirxînin.

Medyaya Rûsyayê ragihand ku Diocherî gotiye, “çavkanî li nik me gelekî kêm in û bac bi awayekî xerab tên belavkirin û cudakariya budçeyê ya daimî herêma başûrî ber bi valahiyê û hêviya me dişkîne ku em bikarin siberojekê di bin sîwana Brezîlyayê de bi dest bixin.”

Hêjayî gotinê ye ku behsa parêzgehên Santa Catarina, Parana û Rio Grande do Sul tê kirin ku wiha tê zanîn, dahata takekesî li van parêzgehan ya herî bilind e. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu