LubnanNûçeRojhilatanavin

Herîrî idia kir, ew ji ber gefên ewlehîyê ji posta xwe wêde çûye

Seid Herîrî serokwezîrê Libnanê idia kir: Gefên ewlehîyê bûne sedema wêdeçûna wî ji posta serokwezîrtîya Libnanê.

Herîrî şeva buhurî li hevpeyvîna digel têlêvîzyona Al Mosteqbel a Libnanê bêyî ku basa bêdengîya xwe ya heftrojî û hegera bijartina Erebistanê wek cihê mayînê piştî ragihandina wêdeçûna xwe bike, got: Piştî zêdebûna gefên ewlehîyê ji bo wî û Libnanê, biryara wêdeçûnê daye.

Serokwezîrê Libnanê bi gotina vîya ku piştî wêdeçûnê li mala xwe ya li Erebistanê dimîne, got: Min hin agahî û nûçe bi dest xistin ku bûn sebeb ez biryara wêdeçûnê bidim û Libnanê rizgar bikim.

Herîrî bêyî ku basa cura gefên ewlehîyê yên li dijî xwe û Libnanê bike, careka din idia kir ku Hizbulahê li navçê roleke nerênî heye.

Hevpeyvîna wî li halekî ye ku gellek têlêvîzyonên Libnanê ji wan têlêvîzyona netewî ya vî welatî duh danê êvarê ragihandin ku hevpeywîna Seid Herîrî ya şemîyê şevê ku digel kanala Al Mosteqbelê kir, belav nakin.

Têlêvîzyonên Libnan, Al Manar Al Jadîd, NBM û OTV`yê  ragihandine, di çarçova gotinên Mîşêl Ewn serokomarê Libnanê de ku helwestên niha yên Seid Herîrî bi hegera rewşa wî ya nezelal li Erebistana siûdî bêhitbar dizane, hevpeyvîna îşev ya Herîrî ya digel têlêvîzyona Al Manarê belav nakin.

Mîşêl Ewn roja yekşemê û bereberê belavkirina gotinên Herîrî pêgirî kir ku gotin û helwestên wî bi hegera rewşa lihevalîyayî û nezelal a wî li Erebistanê ne bi vîn û hezkirina wî ne û helwestên biguman û nezelal in.

Başa dön tuşu