IraqNûçeRojhilatanavin

Heşdî Şebî: “Em êrişên hewayî yên Amerîkayê naxwazin”

Rêxistina Heşdî Şebî ku di operasyona rizgarkirina Mûsilê de li hemberî milîtanên terorîst ên DAIŞê şer dike li hemberî êrişên hewayî yên Amerîkayê bi fikar e. Fermandarê Heşdî Şebî Ehmed Aslan ji ajansa Spûtnîkê re ragihand ku di tekoşîna dijî DAIŞê de em piştgiriya hewayî ya Amerîkayê naxwazin.

Operasyona rizgarkirina Mûsilê ku bi serpereştiya Hêzên Pêşmerge û artşêşa Iraqê didome, rêxistina Heşdî Şebî ku ji 18 grûbên milis pêk tê li hemberî êrişên hewayî yên Amerîkayê bi berz e.

Fermandarê Heşdî Şebî yê tirkmen Ehmed Aslan di axaftina xwe ya ajansa Spûtnîkê de got: “Em wekî rêxistinê li hemberî Amerîkayê bi berz in. Em Amerîkayê li Iraqê naxwazin û em naxwazin li Iraqê êrişên hewayî yên li hemberî rêxistina terorîst a DAIŞê jî pêk bîne. Me ev mijar rasterast gihande Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û me jê re jî got bila Amerîka piştgiriya me ya hewayî neke. Ji ber yê ku rêxistina terorîst a DAIŞê afirandiye Amerîka bi xwe ye.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu