IraqNûçeRojhilatanavin

Dewama cinayetên DAIŞ`ê li Iraqê

Koma têrorîst a DAIŞ`ê cinayetên xwe li Iraqê didomîne.

Li gorî rapora Sumriye News`ê, koma têrorîst a DAIŞ`ê bi armanca pêkanîna tirs û xufê li nav gel, roja sêşemiyê li kiryareke nemirovane li meydana navendiya navçeya Hey Endolosa Mûsilê şeş ciwanên iraqî bi tawana endamtiya li komên dijî DAIŞ`ê serjê kirin.

Hevdem digel şeva Cejna Qurbanê jî têrorîstên DAIŞ`ê heşt welatiyên iraqî li navenda vî bajarî ji riya xeniqandina li nav avê kuştin.

Sebeba zêdebûna cinayetên DAIŞ`ê ev e ku ev koma têrorîst li rûbirûbûna ligel artêş û hêzên gelanî yên Iraqê li navçeyên cûrbicûr ên vî welatî tûşî işkestên giran bûye.

Hêzên iraqî nîvroja sêşemiyê navçeya Cexayîfeyê li nêzikî Şerqatê (100 kîlomitriya başûrê Mûsilê) gitin û têrorsît ji vê navçeyê revîn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu