ÎranNûçeRojhilatanavin

Nerazîbûna nunerê Îranê li NY li hemberî sîlehên Rêjîma Sîyonîst û Erebistanê

Xulamhisên Dêhqanî sefîr û nunerê Komara Islamî ya Îranê li NY, tevî şirovekirina xeterên sîlehên navokî yên Rêjîma Sîyonîst, li ser pêwîstîya jiçekirina vê rêjîmê ji çekên navokî û girtina pêşîya şandina sîlehên êrişkirên bo Erebistanê sekinî.

Dêhqanî ev yek li axavtina xwe li civîna salê ya komîteya jiçekirinê û ewlehîya navnetewî ya Civata Giştî ya NY gotin.

Dêhqanî li bara asta jorîn a firotina sîlehên pêşketî yên êrişkirinê bo hin welatên Rojhilata Navînê got: Em dilgiranê dûhatên alozkir ên anîna sîlehên viha bo navçê nemaze bo Erebistan û Israîlê ne.

Sefîr û nunerê Îranê li NY bal kişand ser cinayetên rêjîma siûdî li Yemenê û ji welatên bifiroşên niftê xwest ku girêdayîyê sozên xwe yên têkildarî mafên navnetewî bin û firotina sîlehan bo Erebistanê rawestînin.

Sefîrê Îranê li NY li bara bernama sîlehên navokî ya Rêjîma Sîyonîst jî got: Sîlehên herî bixeter di destê rêjîma herî bixeter li Rojhilata Navînê da ne.

Dêhqanî herwiha got: Sîlehên navokî di destên rêjîmeke bi vî rengî da, gefa herî bixeter l idijî ewlehîya welatên endamê NPT`yê li Rojhilata Navînê tê hesêb, lewma divê Israîl peymana NPT`yê wajo bike.

Sefîr û nunerê Îranê li NY li dawîyê got: Rêçareya herîkêrhatî jibo bidestxistina têkbirina tam a sîlehên navokî muzakire û amadekirina konvansyona tam a sîlehên navokî ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu