ÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Pêgiriya Îranê ser dewama isteratijiya sêalî bona çareserkirina kirîza Sûriyê li civîna Astanê

Husên Cabiriyê Ensarî , Alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê li gotinên xwe yên îro duşemê li civîna Astanê ku bi hizûra taximên dewleta Sûriyê û neyaran, Rêxistiya Netewên Yekgirtî, Îran, Rûsiya, Tirkiyê û wezîrê karên derve yê Qezaqistanê bi rê ket destnîşan kir; Hedefa Îranê xebata giştalî bona kutahiya şerê nav Sûriyê, zivirîna sûriyan ser jiyana xwe ya normal û hebûna dewletekî qanûnî li Sûriyê û parastina yekparçetiya axa vî welatî û êminbûna sînorên vî welatî ye.

Cabiriyê Ensarî destnîşan kir; Dabînkirina çarenivîsê mafê zatî û qanûnî yê her netewekê ye û tu hêzeke biyanî nikare pîşiya vê mafê rewa yê neteweyan bigre.

Wî destnîşan kir; Civîna Astanê desthata biryara nû û xulqkariya sê welatên Îran, Rûsiya û Tirkiyê bona gotûbêja dewleta Şamê tev grûpên çekdar ên neyara dewletê bona peydakirina rêçareyeke siyasî ji bo kutahîdana kirîza Sûriyê ye.

Alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê herwisa got: Pêwîst e civata navnetewî jî alîkariya dewleta Sûriyê bike ku pîşiya şandina çek û sîlahên neqanûnî û alîkariyên abûrî ji bo terorîstên nav axa Sûriyê bê girtin ta ku agirbesa nav vî welatî bê domandin.

Cabiriyê Ensarî bal kişande ser dewama xebata dijî terorîstên DAIŞ, Cibhetul-Nusre û grûpên din ên ser bi van grûpan û destnîşan kir; Grûpên çekdar ên neyara dewleta Şamê dikarin pê palpiştiya ji van gotûbêjên sêalî, gotûbêjên xwe tev dewleta Şamê bona peydakirina rêçareyeke siyasî bona çareserkirina kirîza vî welatî, birêketina hilbijartineke azad û zelal li gorî yekîtî û hevgirtina netewî destpê bikin.

Bajarê Astaneya payetxa Qezaqistanê îro anku duşemiyê û roja sêşemiyê mêvandara civîna gotûbêjên sûrî-sûrî bi çavdêriya Komara Îslamî ya Îran, Rûsiye û Tirkiyê ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu