FilistînÎranNûçeRojhilatanavin

Hesen Rûhanî: Cebilxana navokî ya Rêjîma Sîyonîst xetereke cidîyê ji bo aştîyê

Serokê Komara Islamî ya Îranê li civîna awarte ya serokên Sazîya Hevkarîya Islamî li Istenbola Tirkîyê bi raberkirina 6 pêşnîyaran ji hemî misilmanan û dewletên islamî xwest ku bi tifaqê zemîneya kutakirina dagirkerîya Rêjîma Sîyonîst li Filistînê pêk bînin.

Li gorî rapora malpera ragihandinê ya serokomarîya Îranê, Hesen Rûhanî serokê Komara Islamî ya Îranê şeva buhurî li civîna awarte ya serokên Sazîya Hevkarîya Islamî ya hilkolanidna alûgurên vê dawîyê yên Filistînê pêşnîyar kir ku ji NY bê xwestin ku civîna taybet a Civata Giştî ji bo şopandina mijara biryara neqanûnî ya dewleta Amerîkayê ya veguhestina balyozxana vî welatî bo Qudsê û cinayetên vê dawîyê yên Rêjîma Sîyonîst li hemberî gelê Filistînê lidar bixe.

Rûhanî pêgirî li ser pêkanîna Komeke Pispor a pêkhatî ji şarezayên hiqûq, sîyaset û aborîyê yên welatên endamê Sazîya Hevkarîya Islamî ji bo hilkolandina deqîq û amadekirina mêkanîzmên sekinîna li hemberî biryara derveyî qanûnê ya vê dawîyê ya dewleta Amerîkayê di warê veguhestina balyozxana xwe ji Tel Avîvê bo Qudsê li astên navnetewî, navçeyî û netewî de, pêk bê û xwest ku pêngavên sîyasî, aborî û ticarî li dijî dewleta Amerîkayê û Rêjîma Sîyonîst bên rakirin.

Serokê Komara Islamî ya Îranê tevî pêgirîya li ser kivşkirina mêkanîzmên guncav ji bo pêngavrakirina komkî di warê raberkirina alîkarîyên mirodsotane ji bo gelê Filistînê de, pêgirî li ser ragihandina înîya herî dawîyê ya meha Remezanê wek Roja Cîhanî ya Qudsê li rojhejmêra hemî welatên islamî kir.

Rûhanî herwiha dîyar kir: Cebilxana navokî ya Rêjîma Sîyonîst xetereke cidî ji bo aştî û ewlehîya navnetewî nemaze li navça rojavaya Asyayê ye û paqijkirina vê herêmê ji çekên navokî ku bi caran ji hêla Îranê ve hatîye pêşnîyarkirin, divê bibe ewlewîyeta pêngavên welatên islamî.

Başa dön tuşu