FilistînNûçeRojhilatanavin

Hesen Rûhanî: Danuistandina Sedsalê komployek jibo jinavbirina armanca Filistînê

Serokê Komara Islamî ya Îranê pêgirî kir: Danuistandina Sedsalê komployek jibo jinavbirina armanca Filistînê, berfirekirina dagirkerîya Sîyonîstan û êrişa zorbêjane ser hemî welatên islamî ye.

Serokê Komara Islamî ya Îranê Hesen Rûhanî îro di peyamekê de bo serokên welatên pişkdarê civîna Saziya hevkarîya Islamê li şarê Mekkê, serokên welatên islamî jibo hewildana bo parastina Qudsê wek qibleya yekem a misilmanan vexwendin û got: Bila rêvebirên welatên islamî vê derfetê jibo sekinîna himberî komploya bitehluke ya Danuistandina Sedsalê û berevanîya ji Filistînê bikar bînin.

Serokomarê Îranê herwiha got: Welatên islamî nabe ku rê bidin mijara dagirkirina qibleya yekem a misilmanan bi destê Rêjîma Sîyonîst ji rojevê bikeve yan serdestîya Sîyonîstan li Qudsê misoger bibe.

Rûhanî kiryarên dewleta Amerîkayê yên ragihandina Qudsê wek paytexta Rêjîma Sîyonîst û bifermînaskirina girikên Golana Sûrîyê wekî beşeke erdên Rêjîma Sîyonîst ji wan dijminatîyên aşkira yên Amerîkayê dijî cîhana islamê zanîn û got: Ev karana destpêka demajoyeke bitehluke jibo cîhana islamê ne ku mixabin pêrgî berteka guncav a dewletên islamî nebûn.

Serokê Komara Islamî ya Îranê pêgirî kir: Darêjerên plana şûm a Danuistandina Sedsalê hewil didin bi jinavbirina mafê rewa yê gelê Filistînê, armanca Filistînê ji kokê va ji nav bibin û zemîneya serdestîya Sîyonîstan li cîhana islamê û Ereban pêk bînin.

Rûhanî welatên islamî jibo wêdadayîna nakokîyên navxweyî vexwendin û got: Her hereketa ku cîhana islamê ji ewlewîyeta sereke ya wê yanî Filistînê bixalifîne, di xizmeta Rêjîma Sîyonîst û dijminên din ên cîhana islamê de ye.

Wî herwiha amadebûna Komara Islamî ya Îranê jibo hevkarîya digel welatên cîhana islamî di çarçova serêxwegiritna armanca pîroz a berevanîya giştalî ji Mizgevta Eqsayê û Qudsê ragihand.

Başa dön tuşu