ÎranNûçeRojhilatanavin

Hesen Rûhanî: Gelê Îranê dê teslîmî zextên zalimane nebe

Serokê Komara Îslamî ya Îranê, Hesen Rûhanî êvara çarşemiyê li hevdîtina germ digel çalakên çand û hunerê got: Gelê Îranê li hemberî zextên zalimane, nebicamêrtî û dijî qanûn û rêzikên navneteweyî dê çok li erdê daneyne.

Li gorî rapora navenda ragihandinê ya serokomartiyê, Serokê Komara Îslamî ya Îranê, Hesen Rûhanî li vê hevdîtinê bal kişande ser sozdariya Îranê derheqê sozên xwe yên li warê Lihevkirina Atomî ya di navbera Îranê û Koma 5+1ê da got: Gelê Îranê rastî dewletekê (Amerîka) hatiye ku peyman û îmzeya xwe daye bin piyan.

Wî got: Pêwîst e ku em miletekî hevgirtî, yekdeng û wêrek nîşanî cîhanê bidin.

Doktor Rûhanî bal kişande ser helwêstên hin welatên hêzxurt û welatên navçeyê dijî Komara Îslamî ya Îranê û got: Roja îro welatên cîhanê dibêjin ku maf yê Îranê ye û ev şanazî dê li dîrokê bimîne.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê bikaranîna çand, zimanê hunerê û hevahengî û hevdengî xweşkira rewşê ji bo serketinê da zanîn û got: Gelê Îranê teqez li hemberî pirsgirêkan bi ser bikeve.

Başa dön tuşu