ÎranNûçeRojhilatanavin

Hesen Rûhanî: Îranê hertim sozên xwe yên navneteweyî cih anîne û dê cih bîne

Serokê Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir ku hemî welatên endama Koma 5+1`ê gere ji bo parastina destkeftên Lihevkirina Navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1`ê nasyar bi Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar têbikoşin.

Hesen Rûhanî serokomarê Îranê roja şemiyê li hevdîtina digel Lavêrêntîf nûnerê taybet ê serokomarêî Rûsiyê li karên Rojhilata Navînê li Têhranê got: Lihevkirina Navokiyê hasila xebata heft welatan û li çarçova aştî û ewlehiya cîhanî ye û divê em rê nedin ku welatek li gorî meyl û heza xwe pêngavekê ji bo lawazkirna lihevkirinê pêk bîne.

Rûhanî got: Îranê hertim sozên xwe yên navneteweyî cih anîne û dê cih bîne û ji bo berdewamî û mayîndetiya Lihevkirina Navokî, pêwîst e ku endamên din ên Koma 5+1`ê jî tam soz û berpirsiyariyên xwe cih bînin.

Serokomarê Îranê her wiha tevî pêgiriya li ser pêwîstiya dewama hevfikrî û hevkariya nêzik di navbera Îran û Rûsiyê ji bo şerê dijî têrorîsmê û parastina aramiyê li navçeyê, got: Hevkariyên du welatan li babet û mijarên duiyalî  dê li ser xêr û berjewendiyên aştî û aramiya navçeyê be.

Rûhanî got: Qeyrana Sûriyê ji riya gotûbêjên siyasî û rêzgirtina li xwestek û vîna gel ku biryarderê sereke û dawiyê li bara pêşeroja Sûriyê ye her viha bi saya parastina yekparçetiya axa wî welatî tê çareserkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu