NûçeRojhilatanavinSûriye

Heta niha 76 gornên komkî li Şengalê hatine vedîtin

Endamê Komîteya Mafên Mirovan a Iraqê, Ebdulvahid Helefî û endamê Koma lêgerîna li gornên komkî yên goriyên êzdî roja Yekşemiyê bi daxûyaniyekê ragihand: Heta niha bi giştî 76 gornên komkî li Şengalê hatine vedîtin.

Helefî her wiha qala vekirina gornekê û destpêbûna naskirina meytên goriyan kir.

Koma tekfîrî û têrorîstî ya DAIŞê li pey êrîşa berfireh li ser axa Iraqê di Hezîrana sala 2014an da zêde ji hezar û 293 mêr, lawik û pîrikên Êzdî di rojên yekem da kuştin û li nav gornên komkî veşartin.

Li gorî dawîn amar û texmînên Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) heta dawiya Mijdara 2018an û bi derbasbûna 4 salan ji êrîşa DAIŞê, hema wisa sê hezar û 83 zarokên Êzdî ji wan hezar û 427 keçzarok dîlê DAIŞê ne.

Başa dön tuşu