NûçeRojhilatanavinSûriye

Muzakireya jibo veguhertina hêsîrên sûrî tev terorîstan

Medyayê sûrî li bara destpêbûna muzakiran jibo azadiya 4 hezar welatiyên revandî yên sûrî ji aliyê grûpa terorîstî ya nasiyar bi Ceyş Ul-Îslamê agahî dan.

 Li gorî rapora IRNA`yê,  medyayê sûrî roja duşemê ragihandin ku komîteya muzakiran ji dewleta Sûriyê derbasî nav bajarê Dûmayê li Xûteya  rojhilata Şamê wek navenda  herî mezin a terorîstên  Ceyş Ul-Îslamê bû û bi terorîstan re civînek li dar xist.

Li vê civînê jibo azadiya 4 hezar welatiyên  rewandî yên sûrî ji aliyê grûpa terorîstî ya Ceyş Ul -Îslamê li bajarê Dûmayê li ber azadiya  4 hezar girtiyên  li zindanên Sûriyê muzakire hat kirin.

Li gorî vê raporê li vê civînê mesela  agirbesê û aşitiyê li bajarê Dûmayê ku artêşa Sûriyê bi serdestiya  ser zewiyên El-Reyhanê gihêştiye nêzîkî wê, ket rojevê.

Televîzyona  Al-Alamê jî ragihand ku li encama  êrişa   bi hawanê ya terorîstan ser bajarê Mehredê li bakurê parêzgeha  Hemayê li rojava  Sûriyê jinek hat kuştin û sê kesên din jî birîndar bûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu