IraqNûçeRojhilatanavin

Heta niha %70`yê Mûsilê hatiye rizgarkirin

Serkirdayetiya operasyonên hevbeş ragihand ku, tenê 30% ji navçe û taxên bajarê Mûsilê di bin destê çekdarên DAIŞ`ê de mane.

Li gor daxuyaniyekê Berdevkê operasyonên ya hevbeş Yehya Resûl derbarê wan navçeyên di bin desthilata rêxistina DAIŞ`ê de ragihand: Hêzên Asayîşa Hevbeş di operasyona “Qadimûn Neynewa” 70% ji aliyê rastê yê bajarê Mûsilê ji çekdarên DAIŞê rizgar kirine.

Wî berpirsî di daxuyaniya xwe de da zanîn ku, tenê 30%  ji tax û navçeyên bajarê Mûsilê di bin desthilatdariya DAIŞê de mane û ew jî dê were rizgarkirin.

Herwiha Yehya Resol tekez kir ku aliyê rastê bajarê Mûsilê bi temamî hatiye dorpêçkirên, rêxistina DAIŞê lawazbûye û hêza wê berevaniyê nemaye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu