CîhanErebîstanMafên MirovanNûçeRojhilatanavinYemen

Hevalbandiya Siûdî êrişî ser malên xelkê kirin

Hevalbandiya Siûdî duh êvarê bi mûşekî û topxanê êrişî ser malên xelkê li bajarê Menbe ya parêzgeha Sedeya Yemenê kirin.

Li gor IRIB Newsê, Çavkaniyên yemenî ragihandin ku dengê çend teqînên bihêz li bajarê Menbe ya parêzgeha Sedeyê bihîstin. Hîn ti raporek ser xisarên ji ber vê yekê negihêştine.

Êrişên Hevpeymaniya Siûdî ser xelkê Yemenê di rewşekê de ye ku Konseya Bilind a Siyasî ya Yemenê vê dawiyê ragihand ku şer rawestandiye û ji Hevpeymaniya Siûdî jî xwest ku vî karî bike.

Di vî halî de Mehdî Neşat serokê Konseya Bilind a Siyasî ya Yemenê ragihand ku heke Erebistan desdirêjiya xwe ser Yemenê berdewam bike, yemenî neçar in bersivê bidin.  

Başa dön tuşu