EfxanîstanÎranNûçeRojhilatanavin

Îranê operasyona terorîstî ya Kabulê şermezar kir

Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê operasyona terorîstî ya sibeha duşemiyê li rojhilata Kabula paytexta Efxansitanê şermezar kir.

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê, Behram Qasimî teqîna terorîstî ya li rojhilata Kabulê ji aliyê grûpa Talibanê şermezar kir û got: Terorîzm bûye wek amoreke naskirî li bazara berjewendîxwazên siyasî yên navçeyê.

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê li ser pêwîstiya rawestana cidî li hember terorîsmê li navçê sekinî û got: Sersariya bi qesd a civak û aliyên navneteweyî li hember terorîsmê bûye sedema berfirehbûna wê.

Qasimî bal kişand ser vê yekê ku îro rojê terorîzma tekfîrî ji hizra wehabiyetê çavkanî digire û got: Ev hizr û mekteba sexte bi dîrok û berboriya reş û tarî ji kuştin, talankirin, tundûtûjî, koledarî û kavilkirina  cihên mezhebî û şûnewarên kevnare, peywendiya xwe ya xurt û bingehîn tev binemala desthilatdar li Erebistanê heye û bi xercên giran ên hakimên vî welatî li seranserî cîhanê belav bûye û bûye wek gefek li hember ewlehiya cîhanî. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu