NûçeRojhilatanavinYemen

Hevalbendiya Erebistanê li xwe mukur hat ku li Yemenê sivîl hatine kuştin

Rayedarên dewleta wêdebirî ya Yemenê, îro sêşemiyê ji êrişa balafirên hevalbendiya Erebistanê ser avahiyekê di navbera parêzgehên Lehec û Teêzê de agahî dan ku di encamê de 8 kesên sivîl hatin kuştin.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Assocciated Press`ê, rayedarên dewleta wêdebirî ya Ebd Rebe Mensûr Hadî ku li Edenê ne, ji bilî ragihandina nûça hanê, gotin ku di encama vê êrişê de, 9 kesên din ên sivîl birîndar bûne.

Li gorî gotina van rayedarên agehdar ku nezxwestin navên wan were gotin, êriaşa hewayî ya îro li ser daxwaza kirêgirtiyên Mensûr Hadî û bona sekinîna li hember Komîteyên Berxwedana Gelanî (Ensarullah) li navçeya çiyayî û stratêjîk a Cebel Calisê ber bi pêgeheka leşkerî pêk hat.

Pêgeha leşkerî ya El Indê, cihê bi cihbûna hêzên ser bi Hadî û kirêgirtiyên sûdanî û imaratî yên dijî hevalbendiya dijî Yemenê ye.

Ev navçeya çiyayî, piştî sê rojan şerrê giran, di encamê de kete destê hêzên Ensarullahê û ev yeka bû sedema viya ku pêgeha leşkerî ya El Indê ku demekê cihê bi cihbûna hêzên taybet û çekdarên amerîkiyên li Yemenê bû, bikeve ber destê hêzên Ensarullahê ku bikaribin baştir wê kontrol bikin û êrişî wê bikin.

Hevalbendî û kirêgirtiyên Hadî bi mukurhatina viya ku 8 kesên sivîl hatine kuştin, hewl didin ta ku xwe ji ber kuştina bi hezaran kesên sivîl ên bêsûc ên yemenê ku di mideha yek sala buhurî de di encama êrişên hewayî de hatine kuştin, bêsûc nîşan bidin.

Li gorî amarên welatên rojavayî ku pirr ji amarên navxweyî yên Yemenê kêmtir e, di mideha 15 mehan êrişa giştalî ya Erebistanê û hevpeymanên wê ser Yemenê de, nêzî 9 hezar es hatine kuştin. Rêxistina Neteweyan Yekgirtî jî ragihandiye ku zêde ji sedî 80`ê nifûsa Yemenê niha hewcedara av, xwerin û kelûmelên din in. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu