NûçeRojhilatanavinSûriye

Hevalbendiya li dijî DAIŞ`ê li bara kuştina du hêzên xwe li Sûriyê agahî da

Hevalbendiya navneteweyî birêberiya Emerîkayê raghand ku li encama teqîna bombeyê li Sûriyê du kes ji eskerên wê hatin kuştin û pênc kesên din jî birîndar bûn.

 Li gorî rapora ISNA`yê, û ji zarê Reuters`ê, artêşa Emerîkayê li daxûyaniyekê bal kişand ser vê yekê ku du kes ji endamên hêzên  hevalbendiya  navneteweyî li  encama teqîna bombeyê li Sûriyê hatin kuştin û pênc kesên din jî birîndar bûn û raghand ku hûrgiliyên  girêdayî bi vê bûyerê hewcedarê hilkolandina zêdetir e.

Li gorî vê daxûyaniyê, ev teqîna  ku karwanê eskerî kir hedef, pênşemiyê şevê qewimî. Ev daxûyaniya amajeyî nasname û howiyeta kesên kuştî û mexdûrên  vê bûyerê nekir.

Pêştir jî ev hevalbendiya  li dijî DAIŞ`ê li Sûriye û Iraqê li bara kuştina yekî din ji hêzên xwe li meha  Kanûnê agahî dabû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu