ÎranNûçeRojhilatanavin

Hevdîtina alîkarê serokkomarê Orogoê tev serokkomarê Îranê

Serokê Komara Îslamiya Îranê got: Berfirehkirin û kûrkirina peywendiyên tev welatên navçeya Amerîkaya Latîn, ji siyasetên isûlî û bingehîn ên Komara Îslamî ya Îranê ye.

Li gorî rapora malpera ragihandinê ya serokkomartiyê, Hesen Rûhanî, serokê Komara Îslamî ya Îranê, îro li hevdîtina tev Raol Sêndîk Rodrîgêrz, alîkarê serokkomarê Orogoê, her wiha got: Têhran û Montênêgro, bona berfirehkirina giştalî ya peywendiyên pirr nêzîk û semîmî, vîneka cidî hene û tu welatekî din nikare bandorê li van peywendiyan bike.

Rûhanî destnîşan kir: Bi pêkhatina komîsyona hevpar a aboriyê û cihhatina hevhatinên di navbera Îranê û Orogoê de, qonaxeke nû li peywendiyên du welatan li ser bingeha dabînkirina berjewendiyên du netewan, dê dest pê bibe.

Rûhanî, hevkarî û hevdengiya hemî welatan bona şerrê dijî têrorîsmê û berbelavbûna fikr û ramanên tund, pêwîst da zanîn û got: Îro rojê, têrorîsmê bi milyonan kesî li her dera cîhanê aware kirine û bi hezaran kesî jî kirine gorî bona sekinîna li hember vê diyardeya şûm, divê her kes bi hev re hevkariyê bike. Alîkarê serokomarê Orogoê jî got: Welatê wî bi biryar e ku asta hevkariyên tev Têhranê di hemû waran de, berfireh bike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu