ÎranNûçeRojhilatanavin

Hevdîtina berpirs û kargêrên nizama Îslamiya Îranê bi rêberê giranqedr ê Cîhana Îslamî re

Rêberê giranqedr ê cîhana Îslamî ya Îranê berpirs û kargêrên nizama Komara Îslamî ya Îranê bi hişyariya li hember komployên dijmin, yên ji bo rawestandina pêşketinên Îranê, tewsiye kir.

 

Hezretê Ayetullah uzma Xamineyî rêberê giranqedr ê cîhana Îslamî şemiyê li hevdîtina berpirs û kargêrên Nizama Komara Îslamî ya Îranê tekez kir: Bernama îro ya dijmin eva ye ku pêşketin û şiyanên Komara îslamî ya Îranê rawestîne an ji nav bibe an jî herîkêm rê li ber pêşveçûn û geşatiya wan bigre.
Rêberê giranqedr ê cîhana Îslamî herwiha got : Berpirs û rayedarên nizama Komara Îslamî ya Îranê divê li çarçoveya bidestxistina qawet û îqtudarê çi ji destê wan tê bikar bînin daku hêz û şiyana xwe zêde bikin û ji bo gelê Îranê tenahî û aramiyê bi diyarî bînin.
Bi munasibeta meha pîroz a Remezanê rayedarên hêzan, berpirs, kargêr û komek ji rêvebirên pilebilind ên saziyên curbicur ên welêt û leşkeriye Îranê êvara sêşemiyê bi hezretê ayetullah uzma Xamineyî rêberê giranqedr ê inqilabê hevdîtin kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu