ÎranNûçeRojhilatanavin

Hevdîtina berpirsên hêza intizamî tev rêberê giranqedr ê Cihana Îslamî

Rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî, ewlehiyê, yek ji bingehên sereke yên pêşketina Îrana Îslamî da zanîn.

Li gorî rapora malpera ragihandinê ya rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî ya Îranê, hezretê ayetullah uzma, Xamineyî, rêber giranqedr ê Înqilaba Îslamî, îro sêşemiyê li hevdîtina tev fermande û berpirsên hêza intizamî (ewlekarî û polîs) ya Komara Îslamiya Îranê, ewlehî bi wateya asayêş û aramiya rewanî ya kesane û aramiya giştî ya civakî da zanîn û got: Eger ewlehî tunebe, heta eger ku karayî û viyan di nava endamên civakekê jî hebe, îmkana çalakiyên curbicur ên aborî, çandî, siyasî û xizmetgihandinê ji nav diçin.

Hezretê ayetullah Xamineyî, bal kişand ser rola girîng a hêza intizamî bona dabînkirina ewlehiyê û got: Şiyan û amadetiyên hêza intizamî viyan û îmana kedkar û prsonelên wê, divê ku rojbirojî zêdetir bibe.

Rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî, ewlehî sedema zêdebûna îmana muminan da zanîn û got: Yek ji bingehên ewlehiya Îranê, hêza intizamî ye, helbet ev bingeha mezin a ewlehiyê ji hêzên mirovî yên ku para zêde ya wan kara, şerîf û zehmetkêş in, pêk hatiye û divê hertim viyan, îrade, îman, hedefdarî û morala van hêzana, xurt bibe.

Qumnadê gişt hêzên çekdar ên Îranê, herwiha bal kişand ser guherînên lezgîn ên li beşên curbicur û ji wan pêşketinên di warên zanist û teknolojiyê û pêwîstiya zêdekirina amadetiyan û bi rojkirina şiyanan, nasîn û cihanîna tam a berpirsyariyan û diyarkirina deqîq a çalakî û xizmetên ji bo xelkê li medyayê de, bona dabînkirin û jordabirina ewlehiya Îranê, bi bîr xistin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu