AborîÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Serokê Parlimana Sûriyê: Îran di qonaxa avedankirinê dê li kêleka gelê Sûriyê be

Serokê Parlimana Sûriyê got: Komara Îslamî ya Îranê hema wisa ku ji destpêka qeyrana Sûriyê va li kêleka gel û dewleta Sûriyê bûye, dê li qonaxa avedankirina Sûriyê jî beşdar bibe.

Serokê Parlimana Sûriyê, Hemûde Sebax roja Duşemiyê li hevdîtina bi Mistefa Kewakibiyan, endamê Komîsiyona Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta Derveyî ya Meclisa Şêwraya Îslamî ya Îranê li Şamê got: Babeta sereke ya hêzên çekdar li Sûriyê bi hevrêtiya hevpeymanên xwe, jinavbirina tam a têrorîsmê li tevahiya navçeyên vî welatî ye.

Sebax her wiha got: Pêvajoya xurtkirina ewlehiya Sûriyê hevrê digel vegeriyana hemî awareyan li nav û derveyî welêt bo bajar û gundên xwe li halê pêkhatinê ye.

Mistefa Kewakibiyan jî li vê hevdîtinê bal kişande ser komplogeriya Amerîka û hevpeymanên wî welatî li navçeyê û got: Sûriyê bi salan li hemebrî Istikbar û zorbêjan li ber xwe daye û di vê riyê da serketinin berbiçav bi dest xistine.

Endamê Komîsiyona Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta Derveyî ya Meclisa Şêwraya îslamî ya Îranê bi gotina vê yekê ku Komara Îslamî ya Îranê dê li kêleka gel û dewleta Sûriyê be û dê îzna destwerdanê nede tu kesî, got: Îran bi hêz û qawet dê beşdarî avedankirina Sûriyê bibe û li vî warî da jî hin lihevkiriname navbera rayedarên du welatan da hatine îmzekirin û bi zûtirkê dê cih bên.

Desteya leşkerî bi serokatiya emîr serîtp Emîr Hatemî, Wezîrê berevanî  û piştevaniya ji hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê roja Yekşemiyê bona sefereka durojî gihîşte Şama paytexta Sûriyê.

Mistefa Kewakibiyan, endamê Komîsiyona Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta Derveyî ya Meclisa Şêwraya îslamî ya Îranê jî hevrê digel komek ji rayedarên leşkerî li vê seferê wezîrê berevaniyê yê Îranê hevrêtî dike.

Başa dön tuşu