ÎranNûçeRojhilatanavin

Hevdîtina bijareyên zanistê yên Malêzîyayî ligel serokomarê Îranê

Serokê Komara Islamî ya Îranê got: Jibo xilaskirina cehana islamê rêyek bilî navînrêtîyê û têkoşîna li hemberî şîdetê tineye.

Hesen Rûhanî serokê Komara Islamî ya Îranê vê sibê li hevdîtina tev bijareyên warên zanist, çand û medyayê yên malêzîyayî li bajarê Kovalampûrê hemî misilman jibo tifaqê û hewldana jibo jordabirina cîgeh û hêza cehana islamê vexwendin û got: Cehana islamê hewcedarê tifaq, ewlehî û pêşketinê ye û şîdet, fanatîsm, bêhêvîtî û nebûna xwebawerîyê gefên li himberî cehana islamê ne.

Rûhanî dema ravekirina 4 esasên sîyaseta Îreanê ya navçê got: Têkoşîna meydanî li hemberî têrorîsmê, alîkarîya kêrhatî jibo aştîyê, agirbes, gîhandina alîkarîyên insandostîyê bo gel, perçenebûna welatan û neguherîna sînorên erdnigarîyê û piştkutana li sandiqên dengan û serdestîya gel li karên welatên xwe ji isûlên sîyaseta Îranê ya navçê ne.

Rûhanî bi gotina vîya ku cehana islamê û cehana li halê pêşketinê bi dehan û sedan ssalên buhurî da bi pirsgirêkên zef ên sîyasî, ewlehî û çandî ra rûbirû bûne û got: Renge çav li rê bû ku bi dû serdema koledarîyê û serxwebûna welatên islamî û li halê pêşketinê, cehan bi pirsgirêkeke mezin ra rûbirû nebe û welatên serbixwe û li halê pêşketinê bikaribin rêka pêşketinê jibo bidestxistina cîgeha guncav û di çarçova armancên netewî yên xwe da bidomînin lê mixabin viha nebû.

Rûhanî pêkutî kir ku welatên rojavayî hela jî dil tunene ku desta ji serdestîxwazîya li cehanê bikêşin û ev biryara naguhere îla dema ku welatên rojavayî hesta vîya bikin ku cehana li halê pêşketinê bi tifaqê ketîye yek rêyî û dest bi hereketa geşbûnê kirîye.

Serokê Komara Islamî ya Îranê got ku cehana rojava jibo parastina serdestîya xwe li dinyayê hewl dide û da zanîn ku welatên rojavayî netenê dixwazin serdestîya xwe ya warên zanist  ûtêknolojîyê bidomînin belkî dixwazin ji hêla çandê va, çanda yekem û serdest li dinyayê bin û ji hêla serbazî va hêza sereke û yekem û ji hêla aborîyê va jî serdest bin.

Rûhanî pêkutî kir ku zilhêzên cehanê bala xwe dane ser van armancana û welatên ku dixwazin ku ji hêlên aborî, çandî, serbazî û zanistî va xwe bigihînin asta wan, tûşî gellek pirsgirêkan dibin.

Serokê Komara Islamî ya Îranê, got ku erka bijare, xwedîfikir û rewşenbîrên cehana islamê di qonaxa niha da girîng e û got: Mixabin di rewke viha ciwanên misilman berebere ber bi şîdet, fanatîsmê û yan jî bêhêvîtî nebûna xwebawerîyê va diçin ku ev her du hêl, dikarin jibo nifşa îroja îro û ya pêşerojê bitalûke bin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu