AborîCîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Derfirotina niftên Îranê zêde bû

Gumruka Komara Îslamî ya Îranê raghand: Li 9 mehên derbasbûyî yên sala 1397`an , derfirotina ne niftî ya Îranî ji 33 milyar dularî derbas bû.

 Li gorî rapora roja Yekeşmiyê ya IRNAyê, li vê midehê nêzîkî 87 milyon kelûmelên  neniftî bi qasî 33 milyar û 358 milyon dolar hat firotin ku ji babet bihayê ve pêka par sedî 5.4 zêde bûye.

Li gorî vê raporê, li vê midehê 24 milyon ton kelûmel bi qasî 32 milyar û 620 milyon  dolarî kelûmel derbasî nava Îranê bûne ku ji hêla bihayê ve sedî 16 kêm bûye.

Her wiha  zêde hevsengiya ticareta derveyî ya Îranê li  neh mehên buhurî gihêşt 738 milyon dularî.

Berhemên  gazê,  gaza xwezayî, propana  şilbûyî  C3H8, CH3OH mêtanol, rûnên sivik û berhem xêncî  benzînê  berhemên derfirotina  Îranê bûne.

Welatên Iraq, Çîn, Îmarat, Efxanistanû Tirkiyê di rêzê de pirtir  bikirrê kelûmelên Îranê bûne.

Başa dön tuşu