Hevdîtina De Mistura bi wezîrê karên derve yê Sûriyê re
Wezîrê karên derve yê Sûriyê li hevdîtina bi nûnerê taybet ê sekreterê giştî yê Rêxistian Neteweyên Yekbûyî li karûbarên Sûriyê Staffan de Mistura li bara hewldanên jibo pêşdebirina pêvajoya siaysî ya pêwîst li Sûriyê û planên têkildarî vê pêvajoyê gotûbêj kirin.
Li gorî rapora SANA Newsê, Welîd Muelim roja çarşemiyê li hevdîtina bi Staffan de Mistura re got: Kiryara komîta amadekirina qanûna bingehîn divê li gor qanûnên navneteweyî û biryarnameyên Konseya Ewlehiyê û pêwîstiya parastina hurmeta hakimiyeta Sûriyê û serxwebûn û yekperçetiya erdê û gelanî ya Sûriyê be.
Wezîrê karên derve yê Sûriyê destnîşan kir: Tenê gelê Sûriyê dikarin li bara pêşeroj û çarenivîsa welatê xwe ku li gor parastina hakimiyeta neteweyî û yekperçetiya erdê Sûriyê ye, biryarê bidin.
Welîd Muelim her wiha got: Rêxistina Neteweyên Yekbûyî divê welatên alîgirê terorîzmê erkdarê parastina biryarnamên Konseya ewlehiyê bike.
De Mistura jî li vê hevdîtinê tevî raberkirina raporekê li bara kiryarên xwe li bara Sûriyê got: Li salên buhurî ji bo çareserkirina qeryaran Sûriyê çi ji destê min hat min kiriye.