IraqNûçeRojhilatanavin

Hevdîtina Emar Hekîm tev serokkomarê Iraqê

Serokê hevalbendiya neteweyî ya Iraqê ji serketinên vê dawiyê yên artêşê, polîsê federal, hêzên Heşdî Şebî û hêzên gelanî yên eşîran û pêşmergan li operasyona azadkirina Mûsilê spasî kir.

 Li gorî rapora IRNAyê, seyd Emar Hekîm serokê hevalbendiya  neteweyî ya Iraqê li hevdîtina  bi Fuad Mesûm serokkomarê vî welatî re li bara rewşa siyasî û ewlehiyê ya Iraqê û pêvajoya operasyona  azadkirina  bajarê Mûsilê şêwirî.

Serokê hevalbendiya  neteweyî ya Iraqê her wiha bal kişand ser sefera vê dawiyê ya bo Îran û Urdinê û diyar kir: Li hevdîtina tev rayedarên  Komara Îslamî ya Îranê û Urdinê li bara  alûgurên meydanî yên parêzgeha Neynewayê  û operasyona  azadkirina  Mûsilê şêwiriye.

Hevalbendiya  neteweyî tevgera herî mezin a siyasî ya  Iraqê bi serokatiya  seyd Emar Hekîm vê dawiyê plana  hevhatian siaysî planek jibo aşitiya neteweyî ya vî welatî amade kiriye ku dîzaynerên wê bawer in planeke  tam û tekûz û giştalî jibo çareserkirina pirsgirêkên  Iraqê ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu