ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Hevdîtina Falih Feyaz û Elî Şemxanî li Têhranê

Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê, bal kişand ser hewldana Emerîkayê ji bo piştgiriya ji endamên mayî yên terorîstan li navçê û got: Hin aktorên navçê lê dixebitin terorîzmê ser Iraqê de bisepînin.

Elî Şemxanî, roja duşemiyê li hevdîtina Falih  Feyaz, Şêwirmendê ewlehiya neteweyî yê serokwezîrê Iraqê li Têhranê, bal kişand ser êrişa  Emerîkayê ser hêzên çekdar ên Iraq û Sûriyê li çarçoveya  piştgiriya ji terorîzmê û got: Welatên ku guman dikin bi baweriya li Emerîkayê dikarin ewlehiya navxweyî û aramiyê li navçê dabîn bikin, alîkariya  xurtkirina  terorîzmê bikin.

Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê, mixabiniya xwe li bara  reftarên  hin welatên navçê ku bûne şirîkê stratejîk  ê Rejîma  Îsraîlê, mixabiniya xwe da diyarkirin û destnîşan kir: Dewletên bê tecrube  yên  van welatan ku di xewn û xeyalan de ne bi  stratejiyên  şanoyî û pêkenî hewl didin ku  pirsgirêkên  aborî,, ewlehî û civakî yên zav binuximînin.

Elî Şemxanî bal kişand ser vê yekê ku  Têhran, tim bi sedaqet li kêleka xelkê bûye û got: Piştgiriya  cidî  ji xwest û viyana gelê Iraq, siayseta  neguher ya Îranê ye.

Falih  Feyaz, Şêwirmendê ewlehiya neteweyî yê serokwezîrê Iraqê jî li vê hevdîtinê, ji piştgiriyên  dewlet, gel û hêzên çekdar ên Îranê ji Iraqê li warê rawestana li ber terorîzmê, spasî kir û ser rola kêrhatî ya Îranê li serketina gelê Iraqê li hember terorîzmê sekinî.

Falih  Feyaz her wiha, xurtkirina berfirehkirina hevkariya aborî ya Îranê û Iraqê ji ber armanc û berjewendiyên  hevpar ên  du welatan pêwîst da zanîn.

Başa dön tuşu