ÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Hevditîna Husêyn Cabirî Ensarî û Bişar Esed

Destyarê pileberz ê Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê li warê siyasî piştî gihîştina bo Şamê digel Bişar Esedê serokoamrê Sûriyê hevdîtin û gotûbêj kir.

Destyarê pileberz ê Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê li warê siyasî û gotûbêjkerê Îranê li gotûbêjên navneteweyî yên Aştiya Sûriyê, Husêyn Cabirî Ensarî her wiha biryar e îro anku Duşemiyê digel berpirsên bilind ên Sûriyê li bara dawîn guhertinên navçeyî û navneteweyî têkildarî qeyrana Sûriyê gotûbêj bike.

Her wiha biryarv e li van hevdîtinan, rapora dawîn guhertin û tevgerên dîplomatîk ên Komara Îslamî ya îranê li çarçova pêvajoya Astaneyê û kiryarên din bo dewleta Sûriyê bê raberkirin.

Destyarê pileberz ê Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê li warê siyasî li gotûbêja digel IRNAyê li Şamê got: Êrîşa vê dawiyê ya Inglîs, Amerîka û Fransayê li ser Sûriyê tu bandorekê li pêvajoya alûgorên meydanî, leşkerî û siyasî yên vî welatî nake.

Amerîkayê hevrê digel Frasna û Inglîsê berbanga Şemiyê, 14ê Nîsanê bi mehneya êrîşa kîmyayî li Dûmayê, zêde ji 100 mûşek avêtin navçeyên cûrbicûr ên Sûriyê.

Husêyn Cabirî Ensarî got: Ev sê welatana xwe dewsa welatêîn cîhanê biryarder dizanin û armancên taybet bi mehneyên li warê Mafên Mirov dişopînin ku bi tu awayî ji bo tu welatekî nayê qebûlkirin.

Destyarê pileberz ê Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê li warê siyasî tevî diyarkirina hêviya xwe li bara serêxwegirtina hewildanên dîplomatîk ji wan pêvajoya Astaneyê, destnîşan kir: Komara Îslamî ya Îranê daxwaza vegeriyana aramî û ewlehiyê bo tevahiya navçeyên Sûriyê bi parastina yekîtî, yekparçetî û serweriya neteweyî ya vî welatî dike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu