ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Hevdîtina Larîcanî bi serokkomar û serokê Dîwana Uqaf a Iraqê

Serokê Teşkîlata dadweriyê ya Komara Îslamiya Îranê li hevdîtina bi serokkomar û serokê Dîwana Uqafê ya suniyên Iraqê, li ser berfirehkirina zêdetir a peywendiyên di navbera her du welatan de pêgîrî kir.

Li gorî rapora IRNA`yê ayetullah Sadiq Amolî Larîcanî, serokê teşkîlata dadweriyê ya Komara Îslamiya Îranê, roja duşemiyê li hevdîtina tev Fuad Mesûm, serokkomarê Iraqê li Bexdayê, li ser alûgorên herî girîng ên navçê û bi taybet şerrê dijî terorîsmê û hevkariyên dualî yên di warên navneteweyî de gotûbêj kir.

Ayetullah Amolî Larîcanî, di vê hevdîtinê de, gotûbêjên xwe yên bi teşkîlata dadweriya Iraqê, erênî nirxand û li gorî çar hevhatinnameyên ku berê hatine îmzekirin û hevhatinnameya ku nû îmze bûye got: Hevkariyên dadwerî û hiqûqî yên di navbera Îran û Iraqê de li beşên curbicur wê berfireh bibin.

Fuad Mesûm, jî di vê hevdîtinê de, pêşwaziya berfirehkirina hevkariyên du welatan di warên curbicur ên wekî dadwerî û hiqûqî de kir.

Ayetullah Larîcanî herwiha li hevdîtina tev Ebdulletîf El Hemîm, serokê Dîwana Uqaf a Suniyên Iraqê li Bexdayê, li ser yekbûna misilmanan li hember fikrên xalifî û tunrêtiyê sekinî.

Ayetullah Amolî Larîcanî, berêvariya şemiyê li serokatiya taximeka pilebilind a dadweriyê derbasî Bexdayê bû û roja yekşemiyê ji bilî hevdîtina tev Midhet Mehmûd, serokê konseya bilind a dadweriya Iraqê, li civîna rayedarên dadweriyê yên du welatan beşdar bû.

Serokê teşkîlata dadweriyê ya Îranê, bi Selîm Cibûrî, serokê Meclisa Iraqê û Heyder Ebadî, serokwezîrê Iraqê re jî hevdîtin û gotûbêj pêk anî. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu