AsyaÎranNûçeRojhilatanavin

Îradeya hevpar a Îran û Pakistanê ji boberfirekirina hevkariyan

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Îran û Pakistanê ji bo berfirekirina hevkariyên xwe biryara cidî dane.

Li gor rapora malpera ragihandinê ya serokkomariya Îranê daye zanîn ku serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Ruhanî duh piştî îmzakirina şeş belgeyên hev kariyê di navbera Îran û Pakistanê li Îslamabadê di nav koma nûçegihanan de got: Li gotûbêjên xwe bi serokwezîrê Pakistanê Muhemed Newaz Şerîf warên aborî ji wan li mijarên enerjî, gaz û îxracata elekterîsîte hatin hilkolandin.

Ruhanî herwiha got: Hilkolandina riyên berfirekirina hevkariyan li warê ticaretê, hêsankariya li warê qayide û qirarên ticareta azad, pêkanîna bajarçeyên ser sînor û qahêmkirina hevkariyan di navbera benderên Gowadir li başûra rojava Pakistanê û Çabiharê li başûra rojhilata Îranê ji meselên din bûn ku li muzakireya bi Newaz Şerîf re hatin hilkolandin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu