NûçeRojhilatanavinYemen

Zorbêjên siûdî êrişî Yemenê kirin, hêzên gelanî jî bersiveke teqil danê

Di encama êrişên zorbêjên siûdî ser deverên curbicur ên Yemenê de, 4 sivîlên yemenî hatin kuştinê.

Li gorî rapora televîzyona Al Alamê, balafirên cengê yên Erebistanê vê sibê 14 caran êrişî bazareke nêzîkî devera parastî ya Berê li parêzgeha Hudeydê li rojavaya Yemenê kirin ku di encamê de 4 sivîl hatin kuştinê.

Balafirên cengê yên Erebistanê herwiha şarên Lehîyê li parêzgeha Hudeydê, Meslûb li parêzgeha Cûfê û Şeda li parêzgeha Sena paytexta Yemenê dan ber bombeyan.

Artêş û hêzên gelanî yên Yemenê jî di bersiva van êrişan de, baregehên eskerên siûdî li devera sînorî ya Xûbê li parêzgeha Cîzanê dan ber hawanan ku di encamê de çend kirêgirtîyên siûdî hatin kuştinê.

Hêzên yemenî herwiha pêşlî pêşdeçûna kirêgirtîyên erebistanê ku ber bi devera Teyibe Esemê li parêzgeha Cûfê va diçûn girtin û çend kes ji wan kuştin û birîndar kirin. Çend kirêgirtî jî di encama opêrasyona hêzên yemenî li devera Hezme li şarê Metûnê li parêzgeha Cûfê de hatin kuştinê.

Li parêzgeha Teizê jî hêzên artêşê û yên gelanî pêşdaçûna kirêgirtîyên siûdî bêencam kirin û hejmarek ji wan kuştin û birîndar kirin.

Bi dehan kirêgirtîyên sûdanî jî di encama êrişa hêzên yemenî ser çeperên wan li çîyayê Mecazê li parêzgeha Esîr a Erebistanê de hatin kuştinê.

Başa dön tuşu