ÎranNûçeRojhilatanavin

Zerîf: Îran piştgira her komekê ye ku şerrê terorîsmê bike

Wezîrê karên derve yê Îranê, destnîşan kir: Komara Îslamiya Îranê, pişta komên ku dijî terorîsmê şerr dikin, digire.

Mihemed Cewad Zerîf, wezîrê karên derve yê Îranê li hevpeyvîna bi kanala amerîkî ya PBS a amerîkî, li bersiva vê pirsê ku çima Erebistan ji ber ku Îran pişta Hizbulaha Libnanê digire bihêrs e, got: Piştgîriya Îranê ji Hizbulaha Libnanê, tu têkiliya xwe bi siûdiyan re tuneye û Komara Îslamiya Îranê, pişta her komekê digire ku dijî DAIŞ û El Nusrê şerr dike.

Wezîrê karên derve yê Îranê, bal kişande ser vê yekê ku koka hemî komên ku hewl didin nefretê bêxine her dera cîhanê, digihîje piştgir û alîgirên Rejîma Siûdî û herwiha got: Perwerdehiyên tundrê bi pereyên zav ên Alê Siûd, li cîhanê berfireh bûne.

Zerîf li bara rola Têhran û Riyazê ya li çareserkirina qeyranên navçê, destnîşan kir: Divê îran û Erebistan, alîkariya bidawîhatina şerrê li Iraq û Sûriyê, bidawîhatina serkutkirina xelkê Behrêynê û bidawîhatina şidetên li Yemenê bike.

Wezîrê karên derve yê Îranê, li bersiva pirsekê li ser rola Îranê li şerrê li Yemenê got: Tu berjewendiyeke Komara îslamiya Îranê li Yemenê tuneye û berî viya ku rewşa Yemenê ev qas qeyranî be, Têhranê peyam da Riyazê û amadetiya xwe ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê ragihand lê siûdiyan qebûl nekirin.

Zerîf li bara şiyana mûşekî ya Îranê, got: Divê Komara Îslamiya Îranê ji bo berevaniya ji xwe hin alavan berhem bîne û amade bike ji ber ku Amerîka bona ku pêşiya viya bigire ku Îran alavên berevaniyê bi dest bixe, ji dema şerrê heştsalî yê Iraqê dijî Îranê, kempêynek li dar xistine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu