IraqNûçeRojhilatanavin

Muqteda Sedr bi mîrê Kuwêytê ra hevdîtin pêk anî

Serokê Tevgera Sedr û Rêberê hevpeymaniya Sairûna Iraqê Sêşemiyê bi şev li Kuwêytê digel mîrêî vî welatî, şêx Sebah El ehmed El cabir El Sebah ra hevdîtin kir.

Li gorî rapora Fars Newsê, Serokê Tevgera Sedr û Rêberê hevpeymaniya Sairûna Iraqê, Muqteda Sedr berêvara Sêşemiyê li ser daxwaza fermî ya Kuwêytê bi firokeya xwe ya kesane berê xwe dabû vî welatî.

Li gorî daxûyaniya ofîsa Serokê Tevgera Sedr û Rêberê hevpeymaniya Sairûna Iraqê, Muqteda Sedr û Şêx Sebah Ehmed Cabir El Sebah li vê hevdîtinê derbarê pêwendiyên du welatan û rêkarên xurtkirina wê behs û gotûbêj kirin.

Muqteda Sedr li vê hevdîtinê her wiha nêrînên xwe li bara damezirandina dewleta tê ya Iraqê şirove kirin û li ser damezirandina dewleteka neteweyî ku parêzvanê mafên tevahiya iraqiyan bi her nêrînekê be, pêgirî kir.

Mîrê Kuwêytê jî  serketina Hevpeymaniya Sairûnê li hilbijartina parlimanî ya li Muqteda Sedr pîroz kir.

Heftiya bihurî jî Serokê tevgera Hikmeta neteweyî ya Iraqê, Emar Hekîm sefera Kuwêytê kir û bi mîr û welîehdê vî welatî ra hevdîtin pêk anî.

Hilbijartina parlimanî ya Iraqê bi amadebûna 27 hevpeymaniyên hilbijartinê û 205 partî û tevgerên siyasî, roja 12ê Gulana 2018an hat lidarxistin û ji nav 6999 berendaman 329 kes gihîştin parlimanê.

Başa dön tuşu