IraqNûçeRojhilatanavin

Pêbaweriya dubare ya Meclisa Bilind a Islamî ya Iraqê bo Emar Hekîm

Seyd Eamr Hekîm careke din wek serokê Meclisa Bilind a Islamî ya Iraqê hat bijartin.

Li gorî rapora roja şemiyê, 2`ê nîsana 2016`an, a kanala têlêvîziyoniya El-Alemê, Meclisa Bilind a Islamî ya Iraqê li dawiya dewra xwe ya diyanzdehem careke din seyd Emar Hekîm wek serokê vê meclisê bijart.

Seyd Emar Hekîm, serokê Meclisa Bilind a Islamî ya Iraqê li civîna giştî ya vê meclisê tevî piştgiriya ji cihanîna rêforman li vî welatî, got: Rêform û guhertin nabe ku tenê wezîran bigire ber xwe û hema wisa kesên fasid bimînin.

Li dû daxwaza komên siyasî, merceyên teqlîdê û gelê Iraqê ji bo cihanîna rêformên siyasî û têkoşîna li hemberî gendeliyê li vî welatî, serokwezîrê Iraqê, Heyder Ebadî, plana damezirandina dewleta li ser bingeha pisportiyê anku dewleteke têknokirat hilêxist.

Serokwezîrê Iraqê, Heyder Ebadî belgenameya rêformên giştalî li vî welatî jî li deh bendan ji bo komên siyasî li parlimana Iraqê şandiye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu