EwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Hevdîtina serokwezîrê Îtalya û serokomarê Îranê li New York`ê

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Lihevkirina navokî derfeteke dubare ji bo viya ye ku Îtalya bibe yekem şirîka bazirganiya Îranê li Ewropayê.

Li gorî rapora IRIB News`ê, Hesen Rûhanî serokomarê Îranê berbanga çarşemiyê li gorî dema Têhranê li hevdîtina digel Matêo Rêntzî serokwezîrê Îtalyayê li New York`ê her viha got: Seferên vê dawiyê yên rayedarên Îran û Îtalyayê qonaxeke girîng li peywendiyên duyalî û nîşana vîna du gel û dewletan ji bo berfirehkirin û xurtkirina asta hevkariyan e.

Rûhnaî tevî pêgiriya li ser berfirehkirina hevkariyên li warên aborî, zanistî, û siyasî û rola beşên taybet (sivîl) ên Îran û Îtalyayê li vî warî da binirx da zanîn û got: Meyl û meraqa kompaniyên du aliyan ji bo peywendiyên bazirganiyê divê ji aliyê du dewletan va were piştgirîkirn û handan.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê bal kişande ser mijara Lihevkirina Navokî ya di navbera Îran û Koma 5+1`ê nasyar bi Bernameya Giştalî ya Pêngava hevpar û got: Aliyên lihevkirinê divê li ser sozên xwe li warê vê lihevkirinê bimînin û qahîmbûna Lihevkirina Navokî dikare bingehek ji bo zêdekirina aştî û aramiya li navçeyê ye.

Serokwezîrê Îtalyayê jî tevî pêgiriya li ser viya ku Roma bi coş li dû xurtkirina peywendiyên duyalî digel Têhranê ye, got: Îran û Îtalya ji bo her kiryarekê sa xurtkirina peywendiyên aborî amade ne.

Matêo Rêntzî bal kişande ser şandina taxima derecebilind a Îtalyayê bo Têhranê di heyama mehên pêşerojê û destnîşan kir: Li warê peywendiyên bankî, bîmeya (sîgûrteya) bankî ya Saçeyê amade ye ku misogeriyên pêwsît raber bike.

Hesen Rûhanî serokomarê Îranê berêvariya sêşemiyê li gorî dema herêmî (Berbanga çarşemiyê li gorî dema Têhranê) ji bo beşdariya li heftiyemîn civîna Civata Giştî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) gihîşt New York`ê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu